Günay Nuh
12 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2022
ARDAHAN (AA) - Li Erdexanê berfê serê sibehê dayê û hê dibare.
Berfê navenda bajêr spî kir, li deverên bilind jî cî bi cî bager rabû cemed çêbû. Ji ber bager û cemedê di çûyîn û hatina wesayîtan da tengasî çêdibe.
Waliyê Erdexanê Huseyîn Oner ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji ber berfa ku li bajêr dibare, hê rewşeke neyênî tuneye.
Oner xwest ku şofêr bi tevdîr bin û got ku ekîbên trafîkê li ser wezîfeya xwe ne.
Walî Oner wiha got:
"Berf û bagera deverên bilind, dibe sedema cemedê. Şofêrên me yên ku wê îro mecbûrî di rêyên deverên bilind ra herin û werin, divê zincirê erebeyê, takoz û haletê kaşkirinê bi wan ra bin."