Günay Nuh
03 Gulan 2023•Rojanekirin: 03 Gulan 2023
Berf û mij a ku li cihên bilind ên Erdexanê bi bandor e ajokaran dixe zehmetiyê.
Taviya li bajêr hat li cihên bilind cihê xwe ji berfê û cî bi cî jî mijê ra hişt.
Li tanga Saharayê ya rêya Erdexan-Şavşatê ku bajêr bi Herêma Behra Reş va girê dide digel berf û pûkê mijê jî li rê mesafeya dîtinê kêm kir û cemed çêbû.
Li rê xebatên paqijkirina berfê dan destpêkirin û hişyarî hat dayîn ku ajokar hember berfê baldar û bi tevdîr bin.
Ji ajokaran Necdet Bîlgîn got ku êvarê berfê lê kir û li cihên bilind bû sedema berf û mijê.
Berf li navçeya Goleyê jî barî.