Haydar Şahin
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
ARDAHAN
Li Erdexanê berf û bagerê di çûyîn û hatinê da pirsgirêk derxist.
Xêncî rêbeja Erdexan-Posofê rêya 17 gundên Gole û Xeneqê ji ber berf bagerê hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr li van rêyên girtî xebatên paqijkirina berfê didomînin, ekîbên li rêbeja Erdexan-Posofê jî dest bi xebatan kirin.
Di daxuyaniya Şeftiya Şaxa 183yan a Rêbejê da hat diyarkirin ku li tanga Çiyayê Ilgarê ya li ser rêbeja Erdexan-Posofê ji ber berf û bagerê meriv pêşiya xwe nabîne ji ber vê jî tê paqijkirina berfê da tengasiyan dikişînin.
- Şitlên daran şikestin
Berf zehf zêde barî ji ber vê jî zirareke mezin li darên li navenda bajêr ket.
Ji ber ku ev berfa ewil û wek şilope dibare şitlên daran li ber giraniyê şikestin.
Ji bo cemeda li ser rêyan hişyarî dan ajokaran. Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat destnîşankirin ku ser rêyên gundan cemed çêbûye bira ajokar baldar bin.
Welatî li pêşî û ser xanî û dikanên xwe paqij dikin, berf ji bo xwendekaran jî bû şahî.