Türkan Tosun
15 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2017
KARS
Li bajarê Qersê ya ku bi goştê qazan ve navdar e kesên qazan xwedî dikin beriya wan serjê bikin qazan dixin besiyê û amadehiyên zivistanê dikin.
Ji bo ku goştê qazan xweş û bitahm bibe welatî wan li merayan diçêrînin û dibin li ber çem ku qaz bikevin avê.
Cûcikê qazan di meha nîsanê de derdikevin û heta meha mijdarê tên xwedîkirin. Paşê ew mehekê ceh dixwin ku qelew bibin. Dema ku berf dibare jî tên serjêkirin û firotin.
Nesim Gokê Serokê Odeya Ziraetê ya Sariqamişê ji rojnamevanan re daxuyand zivistanê goştê qazan li ser sifreyan kêm nabe û dema turistên herêmî û biyanî tên Qersê ew jî dixwin.
Gok got li navçe û gundan gelek kes êdî qazan xwedî dikin û wiha axivî: "Niha hewa hê germ e, jin û zarok qazan li derva diçêrînin. Ji bo ku qaz paqij bibin wan dibin çêm ku ew bikevin avê. Qaz ji avê pir hez dikin lewra purta wan di avê de paqij dibe. Piştî 15 û 20 rojan ji bo zivistanê wê qazan bixin besiyê. Dema ku berf barî qazê berf û ceh bi hev ra bixwin ku bêtir qelew bibin. Paşê ewê bêne serjêkirin."
Li Qersê qasî 300 hezarî qaz hene û li gor mezinbûna wan ew di navbera 100-140 lîreyî de tên firotan.