13 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 14 Cotmeh 2016
DIYARBAKIR
Li Erxaniya navçeya Diyarbekirê di çarçoveya çalakiyên meha muharremê da qaymeqamtiyê çalakiya eşûreyê li dar xist.
Bername li ber Mizgefta Navendî ya Erxaniyê hat tertîbkirin. Qaymeqam Mehmet Alî Gurbuz di bernameyê da axivî û got ku wan li navçeyê ji bo yekîtî û bihevrabûnê çalakiyeke xweş li dar xist.
Gurbuz diyar kir, ev kevneşopî bi salan e dewam dike û ew jî hewl didin ku bi ciwanan ra vê kevneşopiyê bidomînin û wiha dewam kir: "Ji niha pê va jî ev kevneşopiya me wê bidome. Çalakiyên bi vî rengî yekîtî û bihevrabûna me xurttir dikin. Îro li vê derê wek her dem em û welatiyên me em bi hev ra bûn. Bernameyê di heman demê da da nîşan ku dewlet û welatî bi hev ra ne."
Piştî diayê li welatiyan eşûre hat belakirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Navçeyê Ahmet Atabey, Miftiyê Navçeyê Abdurrakîp Arslan, Serokê Navçeya Erxaniyê yê AK Partiyê Mehmet Şukru, Serokê Navçeya Erxaniyê yê HUDAPARê Emîn Buran û gelek welatî beşdarî bernameyê bûn.