11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2016
IGDIR
Li Îdirê bi hezaran kes ji ber roja eşûreyê ya ku 10emîn roja meha muharemê ye li ser kolana Zubeyde Hanimê ber bi qada şaredariyê ve dimeşin.
Hz. Huseynê neviyê Hz . Mihemed û hevalên wî hezar û 377 sal berê li Kerbelayê hatin kuştin. Ji ber salvegera vê rojê li Îdirê merasima eşûreyê hat lidarxistin.
Bi hezaran welatiyên ku cil û bergên reş li xwe kirine ji navçeyan û gundan hatin Îdirê. Welatî di destê wan de pankartên ku li ser "Ya Huseyn" nivîsandî ve îlahiyan dibêjin û singê xwe dixin.
Ji bo merasimê hêzên ewlehiyê tevdîrên ewlehiyê dîtin. Bendêne ku qasî 30 hezar kes li hev bicive û beşdarî merasimê bibe.
Piştî nîvro wê bernameya Şîna Eşûreyê ya Gerdunî wê çêbibe.