11 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 13 Cotmeh 2016
MUŞ
Li Mûşê piştî ku çinîna tirî û miştaxe qediya çêkirina dimsê (doşavê) û bastîqan dest pê kir.
Welatî tiriyên ku ji navçe û gundan berhev dikin tînin navenda Mûşê. Ji bo çêkirina dims û bastîqê tirî didin fabrîqeyê.
Cotkar Celal Toplu got ku ew bi ked û xebat tirî berhev dikin û pişt ra ew dibe dims û bastîq û ew difroşin dervayî bajêr.
Toplu got ku ji ber hewayê Îsal wan hindik tirî berhev kirine û wiha axivî: "Îsal me 40 ton tirî berhev kir. Em tirî di hewz da diperçiqînin (diesirînin) heta ava wê derdikeve. Paşê em ava tirî dikelînin. Divê baş bê kelandin. Dimsa me organîk e. Em dixwazin di dahatûyê de bifroşin dervayî welêt jî."