Ekrem Senvar
16 Gulan 2021•Rojanekirin: 17 Gulan 2021
Li navçeya Erxeniyê dirûna nîskan dest pê kir.
Li navçeyê di nav gundên ku nîskan didirûn da Taştepeya mezreya gundê Bozyerê jî heye.
Ji cotkaran Mustafa Dolu daxuyanî da û diyar kir, dirûna nîskan bi xêr be.
Dolu daxuyand ku îsal zêde baran nebarî û bi hatina rojên germ va dirûna nîskan jî dest pê kir.