Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hilmi Tunahan Karakaya,Sidar Can Eren
13 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2026
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Tunceliyê, bager, bahoz û seqem bandoreke neyênî li ser jiyana rojane dikin.
Berfa ku duhê şevê li Erziromê dest pê kir, heta saetên sibê berdewam bû.
Ji ber hewaya sar, li ser rêyan qeşa çêbû û wesayîtên parkkirî bi berfê hatin nixumandin.
Li ser banên xanî û kargehan şembelîlk çêbûn û herwiha şadirvanên mizgeftan û hin şaxên daran jî qeşa girtin.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf bi bandor e.
Berfa ku di saetên sibê da li navenda bajêr dest pê kir, her alî bi spî venixumand.
Berf li hin deveran, bi taybetî li deverên bilind, vediguhere bagerê.
- Qers
Berf û bager bandorê li Qersê dikin.
Berfa ku duh dest pê kir, li bajêr bi navber berdewam dike.
Veguhestin li bajêr dijwar e, ku bagerên giran lê diqewimin.
- Tunceli
Berfa ku demek berê li Ovacika navçeya Tunceliyê dest pê kir, bandorek neyînî li ser jiyana rojane dike.
Li navçeyê, ku li hin deveran sitûriya berfê gihîştiye 2 metroyan, xanîyên yekqatî û wesayîtên parkkirî di bin berfê de man.
Hin welatiyan berfa li ber mal û kargehên wan kom bûbû, paqij kirin.
Ekîbên şaredariyê jî ji bo paqijkirina rêyên taxan, xebatan didomînin.
Li navçeyê, carinan ji ber berfê, qutbûnên elektrîkê jî çêdibin.