Fatih Çağlar Demirbaş
13 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2026
Li Stenbolê berfa ku duh bi şev dest pê kir, dem demî dibare.
Bi taybetî li bakurê bajêr û deverên bilind berf hin caran dibare û banên xaniyan û wesayît bi berfê çîlspî bûn.
Li Herêma Ewropayê li Sultangaziyê û li Herêma Anadoluyê jî li Girê Çamlicayê berf barî.
Berfê li navçeyên Fatîh, Bayrampaşa, Sancaktepe, Çekmekoy, Esenyurt û Avcilarê dewam kir.
Welatiyan bi berfê gog çêkirin û leyîstin.
Ekîbên ÎBByê û wesayîtên ku berfê paqij dikin li devê rê amade sekinîn.