Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Yusuf Ayas,Abdullah Söylemez
25 Sibat 2025•Rojanekirin: 26 Sibat 2025
Li Erzirom, Erdexan, Qers û Agiriyê bi tesîra sir û seqemê bi baniyên xaniyan va şembelîlkên dirêj daliqiyan, rûyê çem û robaran qerisî.
Li Erziromê bişev germa hewayê 15 pile di binê sifirê da hat pîvan û serma tengasiyê dide kişandin.
Li navçeya Şenkayayê qeşa û qerm çêbû, bi baniyên xaniyan va şembelîlkên dirêj çêbûn. Li navçeyê di sir û seqemê da rûyê çem û robaran qerisî.
- Erdexan
Li Erdexanê jî tesîra sir û sermayê dewam dike.
Li bajêr qerm û qeşa çêbû, bi baniyan va şembelîlk daliqiyan.
Sir û serma li navçeya Goleyê jî bû sedema qerm û qeşayê.
- Qers
Li Sariqamîşa navçeya Qersê bişev germa hewayê 25 pile di binê sifirê da hat pîvan, camê xanî û kargehan qeşa kişand, bixurêkên xaza siruştî qerimîn, bi baniyên avahiyan va şembelîlkên dirêj daliqiyan.
Hin welatiyan jî qût da çûkên ku tesîra sermayê li ser wan çêbû.
- Agirî
Li Agiriyê jî tesîra sir û sermayê dewam dike.
Bişev germa hewayê li bajêr 25 pile di binê sifirê da hat pîvan, rûyê Çemê Mûradê û robaran qerisî.
Camên xanî û kargehan qeşa kişand, welatiyan betanî li wesayîtên xwe wer kirin.
Bi depoya avê ya nava goristanê va şembelîlkên çendîn mêtre dirêj bûn.