Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu,Sidar Can Eren,Hüseyin Demirci
16 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2024
Li Erzirom, Erdexan, Tuncelî û Qersê ji ber sir û sermayê li ser dar û beran giravî çêbû, kuçe û kolanan qeşa girt.
Li Erziromê germahiya hewayê ya bişev di binê sifirê da 10 pile hat pîvan, paceyên wesayîtan, dar, ber û kaniyan qeşa girt.
Li ser kuçe û kolanan qeşa çêbû û welatiyan betanî avêtin li ser wesayîtên xwe.
- Erdexan
Li Erdexanê bi şev germahiya herî kêm di binê sifirê da 22 pile hat pîvan, li kuçe û kolanan qeşa çêbû.
Li bajar rê û peyarêyan cemed girt, li ser dar û beran giravî çêbû.
- Tuncelî
Li Tunceliyê ji ber hewaya sar camên wesayîtan cemed girt.
Li bajarê ku dar û beran qiravî girt, welatî li ser kuçe û kolanên cemedgirtî bi zehmetî meşiyan.
- Qers
Li Sariqamîşa navçeya Qersê hewa sar e.
Li navçeya germahiya hewayê bi şev dakete binê sifirê 12 pileyan paceyan qeşa girt, li ser dar û beran giravî çêbû.