Hilmi Tunahan Karakaya
13 Îlon 2021•Rojanekirin: 14 Îlon 2021
Li Erzirom, Qers û Erdexanê piştî nîvro tavî û teyrok tê payîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, aliyê bakur ewrayî ye, aliyên din ên herêmê wê ewrsayî be.
Li herêmê piştî nîvro li Erzirom, Qers û Erdexanê û derdorên tavî û teyrok tê payîn.
Li gor texmînê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê be.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdir û Tunceliyê 32, li Erzincanê 29, li Agiriyê 27, li Erzirom û Qersê 25, li Erdexanê 22 pile têç payîn.