Talha Koca,Kemal Özdemir
16 Hezîran 2024•Rojanekirin: 17 Hezîran 2024
ERZURUM (AA) - Li Erzirom û Erzincanê di roja ewil a Eyda Qurbanê da "qesabên ecemî" yên dema hewl didan ku qurbanê şerjê bikin birîndar bûn, serî li nexweşxaneyan dan.
Li Erziromê welatiyên ku piştî nimêja eydê dema xwestin ku qurbaniyên xwe serjê bikin birîndar bûn çûne nexweşxaneyên li bajêr.
Hin kesên dema qurbaniyên xwe serjê dikirin bi kêr, sature, bivir û bocên heywanan birîndar bûn bi wesayîtên xwe çûne nexweşxaneyê hin jê jî bi ambulansan rakirin serwêsên acîl ên nexweşxaneyan.
Ji birîndaran ên ku birînên wan sivik bûn piştî tedawiya wan ji nexweşxaneyê hatin derxistin.
- Erzincan
Li Erzincanê jî qesabên ecemî yên dema hewl didan ku qurbaniyên xwe serjê bikin birîndar bûn serî li nexweşxaneyan dan.
Li Erzincana ku ji welatiyên ku piştî nimêja eydê dest bi serjêkirina qurbaniyên xwe kirin hin jê birîndar bûn. Ji birîndaran hin kes bi alîkariya eqrebayên wan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Erzincanê û Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Erzincanê.
Hin welatî piştî dermankirinê ji nexweşxaneyê hatin derxistin.