Şahap Çakır
17 Mijdar 2022•Rojanekirin: 18 Mijdar 2022
Li Xoresana navçeya Erziromê 2 gurên birçî daketin nav bajêr û li xwarinê geriyan.
Ji ber ku çiya di bin berfê da man, 2 gurên birçî daketin Taxa Adnan Menderes.
Gurên ku li taxê qederekê çûn û hatin û li tiştekî xwarinê geriyan, paşê hatin ber hewşa Nexweşxaneya Dewletê ya Xoresanê.
Malbat û zarokên ku çav bi heywanên dirinde yên çolê ketin, revîn û ketin malên xwe û her wiha ji balqonê bala xwe dan guran.
Hin welatiyan jî dîmenê gurên birçî yên ketin nav bajêr kişandin.
Li ser îxbarê, ekîbên şaredariyê hatin deverê û berdan guran, gur ji nava bajêr derxistin û bi dûr xistin.