Talha Koca
21 Sibat 2025•Rojanekirin: 22 Sibat 2025
Li Horasana navçeya Erziromê otobus qulibî di encamê da 37 kes birîndar bûn.
Otobusa bi plaqeya 34 KKC 356 ku Gultekin Yolcu (62) diajot û ji Agiriyê ber bi Erziromê va diçû, bi şev li texma Velîbabaya nêzîkî navçeya Horasanê li bariyeran qelibî û ji rê derket qulibî nav erd.
Di qezayê da 37 kes birîndar bûn.
Li ser îxbarê ekîbên tendirustî, cendirme û polîsan hatin cihê bûyerê.
Ekîbên tendirustiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr. Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya birîndaran baş e.
Ji aliyekî din va hat dîtin ku li devera qeza lê çêbû berf û qeşa çêbûye.