Wekî ku tê zanîn Saîdê Nûrsî demekê wek penaber li navçeya Emîrdagê jiyabû. Ji aliyê şaredariyê ve xaniyekî temsîlî li vir hat avakirin û mehê nêzikî 3 hezar kes xaniyê temsîlî ziyaret dikin.
Berpirsiyarê xanî Abdulkadîr Kanat ji nûçegihanê AAyê re got ku Bedîuzzaman Saîdê Nûrsî demekê di girtîgeha Denîzliyê de maye, piştre surgunî Emîrdagê kirine û di navbera salên 1944 û 1948an de li vir jiya ye.
Kanat wiha pêde çû: "Bedîuzzaman li Emîrdagê wek surgûn jiya ye. Pênc roj beriya mirina xwe, ji vir çûye. Li navenda navçeyê bi salan di malekê de jiya ye. Niha ew mal veguherandine mexazeyeke cil û bergan. Niha me, li herêma Adaçaliyê ya ku Bedîuzzaman car bi caran li vir nimêj dikir û bi dost û hevalên xwe re civat dikir, xaniyekî temsîlî ava kir. Vebûna xanî par di meha îlonê de hat kirin. Xanî, mîna xaniyê ku Bedîuzzaman tê de dijiya hat avakirin û eşyayên ku bi kar aniye wek pêşengehê raxistine ber çavan. Berhem, destnivîs û rîsaleyên Bedîuzzaman jî di pêşengehê de cih digrin. Gelek mirov tên ziyaretê, em jî li vir der barê jiyana Bedîuzzaman de agahiyan didin."