Haydar Şahin
17 Mijdar 2020•Rojanekirin: 18 Mijdar 2020
Bi tevkariya Midûriyeta Navçeyê ya Çandinî û Daristanan û Îdareya Taybet a Bajêr va 62 hezar şitlên fistiqan ên ji sedî 70yê wan hîbe ne li cotkarên navendê û gundên Gercuşê hatin belavkirin.
Mesut Taniyê Midûrê Çandinî û Daristanan ê Navçeyê got ji ber ku dahata fistêkê Entabê rind e li herêmên lê ceh û genim nayên ajotin van salên dawîn fistiqan dadiçikînin.
Tani wiha axivî: "Ji sala 2020î pê va derkete 25 hezar dagarî. Hêviya me ew e ku di sala 2021î da ji 30 hezar dagarî derbas bibe.
Abdurrahman Çîftçiyê hilberîner jî diyar kir ku di çarçoveya projeyê da 100 şitlên fistiqan sitand, ji kesên keda wan tev bûn ra sipas kir.