Önder Beyter
13 Nîsan 2020•Rojanekirin: 14 Nîsan 2020
Siraç Aslanê 67 salî ku 52 sal berê bi handana hosteyekî Ûris va dest bi terzîtiyê kir, karê xwe bi eşq û hewesa salên xortaniyê dike.
Aslan di daxuyaniya xwe da diyar kir ku wî di 15 saliya xwe da dest bi vî pîşeyê kir û herwiha di 52 salên jiyana xwe ya pîşeyê da jî wî gelek berdestî perwerde kirin.
Aslan bal kişand piştî ku sektora kincên hazir bi pêş va ket, eleqe û teleba ji bo vî pîşeyê hindik bû û wiha got, "Lêbelê heta çavên min bibînin ez ê vî karî bikim."
Herwisa Aslan got ku ew kincên wekî şal, dêre û etek didirû û kincên kevn jî temîr dike.