Muxtarê gundê Tepecîkê Mîrhan Erdogan daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku tîmên Şirketa Anonim a Belşvakirina Cêyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) 4 meh beriya niha ji ber 497 hezar lîre deynê cêyranê ya ku ketibû ser hev, cêyrana depoya navend a ku ava vexwarinê ya gundên Gercuşê yên wekî Tepecîk, Dorûk, Gokçe, Taşçi, Yenîce û Bagozuyê ji wir diçe birîn.
Erdogan diyar kir ku ev bi qasî 4 mehan e ku ji ber deynê ku nikarin bidin û pirsgirêka avê gelek zehmetiyan dikşînin û got ku heke pirsgêrêk neyê çareserkirin em dê ji gund bar bikin.
Erdogan da zanîn ku li gundên ku wir pirsgirêka avê heye 2 hezar kes dijîn û got ku: "Ji ber ku li gund pirsgirêka avê û binesaziyê em di nav şert û mercên nebaş de dijîn. Em ji rayedaran arîkariyê dixwazin. Heke pirsgirêk neyê çareserkirin em difikirin ku ji gund bar bikin."
Erdogan got ku em ji bo mexduriyeta xwe ya ji ber pirsgirêka avê ji rayedaran arîkariyê dixwazin.
-"Deynê cêyranê aidê 6 gundan tenê nîne"
Muxtarê Gundê Dorûkê Şehmûs Sabûtekîn jî got ku em avê nabînin ku bidin heywanên xwe.
Sabûtekîn got ku deynê cêyranê ya ku ketiye li ser hev aidê me nîne û wiha axivî: "Ev deynê ku gihaye 500 hezar lîreyê aidê 6 gundan tenê nîne. Berê niha Şaredariya Bajaroka Hîsarê, Kalekola Jendirmeyan a Kayapinarê û gundê Komurcuyê jî ji depoyê sûd wergirt."
Sabûtekîn got ku em ji rayedaran dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser biikin û wiha axivî: "Ji ber ku Şaredariya Bajaroka Hîsarê, Kalekola Jendirmeyan a Kayapinarê û gundê Komurcuyê ji deynê cêyranê para ku dikeve aidê wan nerazand cêyrana depoya ku ava me wir dihat, hat birîn."
Sabûtekîn parast ku deyn ma li ser pişta 130 malan.
Gundî Mahmût Aydin jî got em ditirsin ku ji ber bêaviyê di demek kurt de nexweşiyên şofî derkevin.
Hedîye Çinarê jî got ku di nav ava ku ji bîrê derdixînin de mêşûmor hene, ji ber vê yekê em avê bi çarikan dipalînin. Çinarê got ku "Em nikarin vê deynê bidin.Heke wiha biçe em dê terka gundên xwe bikin." û xwest ku ji pirsgirêka wan re çareseriyek bê dîtin.