Bülent Mavzer
07 Îlon 2022•Rojanekirin: 13 Îlon 2022
Li Gola Masiyan a di navbera sînorê Agirî û Îdirê da ye dema roj diçe ava şewqa sorbûna rojê dide avê.

Gola Masiyan a reqima wê 2 hezar û 241 e bi avûhewaya xwe, bi zelalbûna ava xwe û jîndarên curbicur va balê dikşîne.
Li golê dema roj diçe ava û li pişt çiya winda dibe dîmenên xweş derdikevin holê.

Dîmenên însanên li devê golê digerin, dîmenê qaqlibaz û kelekan dema roj diçe ava xweştir xuya dikin.

Sorbûna tava ku diçe ava ya dikeve ser avê jî balê dikşîne.
Masîgir Fahrettîn Can ji rojnamevanan ra daxuyand ev der ji hêla siruştê va pir xweş e, tehma masiyên vê derê jî cuda ye û ew dixwaze her kes bê vê derê bibîne.