İbrahim Atmaca
08 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2018
IGDIR
Li ser Çiyayê Agiriyê operasyona terorê hat kirin û di operasyonê da sitargeh û parastgehên ku li gor tesbîtê terorîstên PKKyî bi kar dianîn, hatin îmhakirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Îdirê, li nêzî zozanê Korhanê û gundê Yazlikê li dijî PKKê operasyon kirin.
Di operasyonê da sitargeh û parastgehên ku terorîstan bi kar dianî, hatin tesbîtkirin.
Di lêgerînê da 12 tupên piçûk, 5 kîlo tûrsîl, 50 kîlo kirêc, keleşnîkofek û 22 şarjor, lembeyek, ocaxek û hin alavên jiyanê hatin bidestxistin.
Alav, sitargeh û parastgeh bi destê ekîbên cendirmeyan hatin îmhakirin.