Önder Beyter
21 Adar 2021•Rojanekirin: 22 Adar 2021
Li Hekariyê di çarçoveya çalakiyên 21-26ê Adarê Hefteya Daristanan da fîdan hatin danîn.
Di bernameya li Daristanên Bajêr ên li Taxa Simbilê da fîdanên darçama reş, darçama zer û yên dara hêvristê hatin danîn.
Walî û Wekîlê Şaredar Îdris Akbiyik di bernameyê da axivî û diyar kir ku 21ê Adarê roja newrozê ye ku şev û roj bi qasî hev dirêj in. Akbiyik her wiha Cejna Newrozê pîroz kir.
Akbiyik bal kişand ku ew ji bo çalakiyeke rind kom bûn û wiha dewam kir, "Li qada ku ji hêla Midûriyeta Karkirina Daristnan a me hat amadekirin em ê 1500 fîdanî daynin."
Walî Akbiyik piştî danîna fîdanan, pirtûk û diyariyên din dan zarokan.
Fermandarê Cendirmeya Parêzgehê Tûxgeneral Ahmet Kavukçu, Midûrê Ewlekariya Parêzgehê Atanur Aydin, Midûrê Şaxa Tevgera Taybet Şaban Bayar, Midûrê Parêzgehê yê Karkirina Daristnan Hakan Zeybek, Alîkarê Serokê Parêzgehê yê AK Partiyê Derman Çetin, Şefê Dardanîn û Parastina Xakê Abidin Bozkurt, amîrên saziyan, xwendekar û welatî beşdarî bernameyê bûn.