Sayim Harmancı
19 Adar 2023•Rojanekirin: 20 Adar 2023
HAKKARÎ (AA) - Li Hekariyê bi barîna berfê ra navenda bajêr spî bû.
Li bajêr barana ku êvarê dest pê kir vegerand berfê.
Li bajarê ku bi berfê spîçîl bû, hin ajokaran ji ber berf û mijê di rê da zehmetî kişandin.
Ekîbên trafîqê ajokar hişyar kirin ku li hemberî şertên neyînî yên hewayê baldar bin.