Özgür İlhan
19 Adar 2023•Rojanekirin: 31 Adar 2023
Li Erzincanê ciwanên ku ji xweşiqitandinê hez dikin, derketin quntarê Çiyayên Munzûrê. Xortan anî hat şirît bi paşiya wesayîta xwe va kir û xwe bi şirîtê girtin û snowboard kirin.
Li bajêr ji bilî pîstên xweşiqitandinê hezjêkerên xweşiqitandinê li deverên din û macerayên din digerin. Ciwan derketin quntarê Çiyayên Munzûrê û li ser çil ê çiyayên ku di binê berfê da mane, şiqitandin û bêhna wan derket.
Ciwanan herî dawî şirîtek bi paşiya wesayîta xwe va kir û bi kap girtin û xwe bi snowboardê şiqitandin.

Tayfun Gunduz ji nûçegihanê AAyê ra got ku li Erzincanê Navenda Xweşiqitandinê ya Çiyayê Erganê heye, lê ew dixwazin xwe li deverên din bişiqitînin.
Gunduz diyar kir, îsal ji ber ku hişkahî hebû, sezonê dereng dest pê kir û wiha dewam kir, "Bi taybetî em diçin deverên dûr û li ser berfê xwe bi snowboardê dişiqitînin. Wekî ku em li ser behrê ne, xwe dişiqitînin. Ji bo me tiştekî cuda ye, em wextê xwe xweş derbas dikin. Carinan li cihên ku zêde berwar nebin jî em şirîtekî bi paşiya wesayîtê va dikin, xwe pê digirin û dişiqitînin."
Gulsun Avciyê jî diyar kir, ew derketin ser Çiyayên Munzûrê, ji ber ku di rê da berwar kêm bûn wan şirît bi paşiya wesayîtê va kir û 4 kesan bi şirîtê snowboard kir.