Sevim Hatun
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
HAKKARÎ
Ciwanên beşdarî kursên amadehiya zanîngehê ya ku Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr bêpere dide dibin, dixwazin herin zanîngehê.
Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr ku ji bo ciwanên hekariyî di ezmûna zanîngehê de bi ser kevin xebat dabû destpêkirin, xebatên xwe bêyî navber didomîne.
Di vê çarçoveyê de di bin banê Navenda Perwerdeya Gel de ciwan beşdarî kursan dibin. Nêzî 710 ciwan li van kursan tên perwerdekirin.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bajêr Veysel Durgun kurs ziyaret kir û pirsgirêkên xwendekaran guhdarî kir. Durgun wiha axivî: "Em di nav şert û mercên Hekariyê de ciwanan perwerde dikin. Par derdora 600î xwendekarên me hebûn. Nêzî 150 xwendekarên me niha li zanîngehê ne. Îsal hedefa me 250 xwendekar in."
Durgun got ku xwendekarên ku danê sibê tên kursê piştî nîvroyê jî diçin etutê, plana me ew e ku ev bername heta dawiya salê dewam bike.
- Ciwan ji kursê memnûn in
Ji xwendekarên ku tên kursê Ugur Arslan got ku ji bo derfetek wiha dane wan bextewar e û wiha got: "Qurs gelekî baş e. Berî her tiştî sipasiya rayedarên dewletê û yên ku kurs vekirin dikim."