İbrahim Atmaca
25 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
BARTIN
Miftiyê Bajarê Bartinê Mahmut Gunduz ragihand ku qeydên umreyê yên sala 2018an dest pê kir.
Gunduzê Miftiyê Bajêr daxuyanî da rojnamegeran û got ku tûrên umreyê yên Serokatiya Karûbarên Diyanetê wê ji bo 7, 11, 14 û 24 rojan werin kirin.
Gunduz daxuyand, bihayê umreyê di navbera 3 hezar û 465 û 7 hezar û 120 lireyî da diguhere û wiha dewam kir:
"Serokatiya me wê ji bo mamaoste, xwendekar û dê û bavên xwendekaran bernameyeke umreyê ya 11 rojan çêke. Weke par îsal jî mirov dikarin bihayê umreyê wek taksît bidin. Xwişk û birayên me yên ku wê herin umreyê dikarin bihayê umreyê di 6 taksîtan da bidin bankeyên ku peyman bi wan ra hatiye çêkirin. Tu ferqa biha nayê standin. Xwişk û birayên me yên ku dixwazin herin umreyê wê bernameya umreya xwe diyar bikin, li gor wî perê xwe razînin bankeyê û pişt ra li miftîtiyên me yên bajêr û navçeyan an jî li ser înternetê qeyda xwe çêkin."