Hikmet Temeş
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 23 Hezîran 2023
Li Hekariyê komek çiyager ji bo feydeya wan bigîhêje nasandina bajêr hilkişiyan Çiyayê Sinbilê yê ku bilindahiya wê 3 hezar û 487 mêtro ye.
Çalakiya hilkişandinê bi destê Komeleya Klûba Werzişên Siruştê û Çiyageriyê, Gol û Qeşayên Sat û Ciloyê ya Hekariyê (CÎSAD) hat lidarxistin.
Di çalakiyê da 4 çiyageran li tanga Depînê dest bi hilpasbûnê kir.
Çiyager piştî 15 saetan gihîştin lûtkeya çiyê, demekê bêhna xwe sitandin û paşê ji çiyê peya bûn.
Endamê CÎSADê Giyasettîn Tatli got ji bo ku ew siruşta bajêr bidin nasîn hilkişiyan çiyê û wiha axivî: "Me melzemeyên xwe yên kamp û teknîkê jî bir. Ji ber ku barê me hinekî giran bû me li ser zinaran zehmetî kişand. Di nav 10 saetan da me xwe gihand qada kampê, me konê xwe vegirt. Piştî ku me bêhna xwe da em peya bûn. Em dixwazin xweşikiyên bajarê xwe bidin nasîn."
Çiyager Kemal Temeş jî got hilkişandina çiyê hinekî zehmet e, lê xweş e û çalakiyên bi vî rengî wê dewam bikin.