Muhammed Onur Yavrutürk
18 Hezîran 2023•Rojanekirin: 21 Hezîran 2023
Hewzeya Gola Wanê ya ku li ser rêya koçê ya çûkên koçber e ji gelek cure çûkan ra mazuvaniyê dike.
Çûkên koçber yên ji Afrîkaya Bakur ber bi Îranê va diçin tên li Gola Wanê bêhna xwe didin.
Cihên avî yên wek Gorundu, Karasu, Yoldondu û Gola Erçekê ji gelek cure çûkan ra dibin cihê bêhnvedanê û bala siruşhezan jî dikşînin.
Li hewzeya Gola Wanê qazquling, flamîngo, reşbeşe û çûkên curbicur dijîn.