Nihat Kavşut
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 16 Gulan 2017
HAKKARÎ
Li Hekariyê 20 cotkarên jin bi hev ra li Geliyê Zapê projeya serayê dan destpêkirin û ji serayê berhemên ewil hatin komkirin.
Li gundê Aşagi Derecikê sê meh ewil jinên ji Hekariyê di çarçoveya projeya serayê ya cotkarên jin da hatin bal hev û dest bi xebatan kirin.
Cotkarên jin ji Wezareta Xurek, Çandinî û Heywandariyê û Serokatiya Îdareya Pêşketina Herêmê ya Projeya Rojhilatê Anadoluyê (DAP) 250 hezar lire alîkarî hildan û li Geliyê Zapê li ser qadeke hezar dekarî 2 serayên cuda çêkirin.
Cotkarên jin piştî perwerdeya dîtin li serayekê kulîlk û li serayekê jî xiyar ajotin û piştî sê mehan jî dest bi komkirinê kirin.
Vahap Şimşekê Midûrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir hêvî dikin 10 ton berhem ji serayan hildin.