Haydar Şahin
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 13 Gulan 2017
ANKARA
Wezareta Daristan û Karên Avê ew ê bi porjeya ku cara ewil li Tirkiyeyê bê kirin va Tirbeya Zeynel Begê ya ku hezar tonî dişikîne qasî 2 kîlomêtreyan bar bike û ji meydana Bendava Ilisûyê derxe.
Di daxuyaniya wezaretê da hat diyarkirin ku xebatên ji bo berhemên çandî û dîrokê yên li qada Gola Bendava Ilisûyê da dimînin dewam dikin.
Di daxuyaniyê da cî dan nirxandinên Wezîrê Daristan û Karên Avê Veysel Eroglu, Eroglu diyar kir ku ji aliyekî va veberhênanên mezin dikin ji aliyê din va jî li nirxên dîrokî xwedî derdikevin.
Eroglu destnîşan kir ku li herêma ku lê Bendava Ilisuyê tê avakirin xebatên kolana arkeolojîk kirin, nirxên dîrokî tesbît kirin û ji bo parastina wan proje çêkirin û wiha got: "Porjeya barkirinê ew ê ji bo welatê me bibe projeya prestîjê. Bi projeyê va em ê Tirbeya Zeynel Beg qasî 2 kîlomêtreyan wê da bibin. Wek mayîn em ê ji bo parastina mizgeft, kuliye û xanên dîrokî jî bi lez projeyan çêkin."
Barkirina Tirbeya Zeynel Beg ji bo girîngiya ku didin berhemên dîrokî nîşaneyeke girîng e. Di vê çarçoveyê da tirbeya ku hezar tonî dikişîne ew ê bi porjeya ku cara ewil li Tirkiyeyê bê kirin qasî 2 kîlomêtreyan bar bikin bibin û ji meydana Bendava Ilisûyê derxin.
- Mînakên li dinyayê
Di daxuyaniyê da bal kişandin ku gelek sal in li dinyayê çaxa ku hewce bike berhemên dîrokî tên barkirin û wiha hat gotin:
"Hetanî îro bi sedan berhemên dîrokî hatin barkirin. Dêra Ezîz Francîs a giraniya wê 8 hezar ton bû ya li Oudewatera Holandayê, Tesîsa Parzûnkirina Aravê ya ku giraniya wê 7 hezar ton bû ya li Amsterdamê û pireya rêhesinê ya ku giraniya wê 400 ton bû a li Maastrichtê yê jî berê hatibûn barkirin. Wek mayîn Perestgeha Ebû Sîmbel a ku li Misrê ji binê ava Bendava Aswanê hatibû xilaskirin jî mînakeke girîng e."