Mesut Kazak
10 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2026
Li Derecika navçeya Hekariyê ji ber berfê banê xeraca ku weke embara îkmala wesayitan dihat bikaranîn, tep bû.
Berfa ku ev 2 roj e li seranserê bajêr dibare bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir.
Li navçeya ku sitûriya berfê lê gihiştiye metroyekê, xeraca ku weke embara îkmala wesayitan a şaredariyê dihat bikaranîn, tep bû.
Ekîbên îtfaiyeyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Hat ragihandin ku dema xerac tep bû kes tê da nebû, lê xisara madî tê da çêbû.