İbrahim Yaldız
10 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2026
Li Mazgirta navçeya Mûşê çek, teqemenî û objeyeke dîrokî hat desteserkirin, 3 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, di çarçoveya xebatên îstixbaratê ya Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê da, li dijî 6 navnîşanan operasyona hevdemî hat lidarxistin.
Di operasyonê da tivingeke piyadeyan, 535 fîşek, 4 demançe, 2 tivingên nêçîrê û namlûyeke tivinga nêçîrê, şarjor û 6 bazin digel 4 objeyên din ku tê nirxandin berhemên dîrokî ne, hatin desteserkirin.
Ji bo 3 gumanbarên ku hatin berçavkirin karûbarên edlî hatin destpêkirin.