05 Sibat 2016•Rojanekirin: 06 Sibat 2016
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di binê sifirê da bi 24 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, do bi şev li herêmê hewaya herî sar di binê sifirê da bi 24 pileyî va li Agiriyê hat pîvandin.
Li herêmê germahiya hewayê li Erziromê di binê sifirê da 16, li Ezircanê di binê sifirê da17, li Îdirê di binê sifirê da 6, li Erdexanê di binê sifirê da 18, li Qersê di binê sifirê da 20 pile hat pîvandin.
Hat destnîşankirin ku di pêşerojê da berfê bibare, dibe ku dema berf di ser berfa berê da bibare ji ber vê jî aşît bikeve, bira welatî baldar bin.
Dibe ku li herêmê bişev û destê sibê cemed çêbe û mij bikeve.
Ji ber berf û baranê rêya 15 gundên Erziromê, 68 gund û taxên Ezircanê girtî ye. Ekîbên şaredarî û îdareya taybet a bajaran ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
- Qalindahiya berfê
Qalindahiya berfê li Agiriyê 59, li Erziromê 27, li Ezircanê 14, li Qersê 15 û li Erdexanê 12 santêm hat pîvandin.
Qalindahiya berfê Palandokena Navenda Xweşiqitandinê 158, li Qonaxliya Navenda Xweşiqitandinê 150, li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê 140 û li Ergana Navenda Xweşiqitandinê 104 santêm hat pîvandin.