Tezcan Ekizler
18 Adar 2023•Rojanekirin: 19 Adar 2023
Li Kahramanmaraşê şiliyê bandoreke neyinî li jiyanê kir.
Piştî taviya li tevahiya bajêr xaçerêyên Alpaslan Turkeş, Dr. Satî û Rêya Qeyseriyê da komikên avê çêbûn.
Hat dîtin ku welatî dema li kolanan dimeşin zehmetiyê dikşînin û wesayîtan jî zehmetî kişandin.
Piştî barana ji nişka va barî ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin a Kahramanmaraşê ji bo ava ket rêyan paqij kir.
Ekîbên polêsan li kolanan û bi taybetî jî derwezayan hişyarî dan ajokaran.
- Şanliurfa
Ji ber taviya êvarê dest pê kir hin kuçe û kolan di nav avê da man.
Ekîbên îtfaiye ê polêsan li Xaçerêya Bipere ya Abîdeyê û derwezayê ku di 15ê adarê da lê lehî rabibê tevdîr hildan.
Ajokar û peyayan ji ber ava ket kolanan zehmetî kişandin.
Tê payîn ku şilî heta sibê car carna dewam bike.