Bülent Temiz
12 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2024
BÎNGOL (AA) - Li Karliovaya navçeya Bîngolê berf barî.
Li Karliovayê bi barîna berfê ra navenda bajêr spî bû.
Stûriya berfê li navçeyê cih cihan ji 10 santîmetreyî derbas bû.
Xwendekarên keysa xwe bi barîna berfê anîn, goga berfê lîstin.
Ji aliyê din va li hemberî îhtimala xitimîna rêyên gundan bi berfê va ekîbên berfê amade ne.