Fatih Gazioğlu
01 Adar 2019•Rojanekirin: 02 Adar 2019
Li Karliovaya navçeya Bîngolê piştî barîna berfê û bagerê tav derket. Tava ku piştî demekê dirêj derket dîmênên xweş û delal derxistin holê.
Barîna berfê ya ku li navçeya Karliovayê ev çend hefte bû dewam dikir car caran jî disekine.
Ji ber barîna berfê li hin ciyên bilind sitûrahiya berfê nêzî 2 mêtroyê bû.
Piştî derketina tavê hin welatî berfa li ber deriyê xwe û ser wesayîtên xwe bi meran paqij kirin.
Zarokên navçeyê jî li ser berfê ji xwe re leyîstin. Li navçeyê bi saya tav û berfê dîmênên xweş û balkêş derketin holê.