01 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
KERKÜK
Li Kerkûkê piştî 10 salan cara yekê berf bariya.
Kerkûka ku pirê caran bi nûçeyên terorê û koçberan dikeve rojevê da vê carê bi barîna berfê bajarî kêfxweş kirin.

Berfa ku destê sibê hûr hûr dest pê kir, di serî da zarok hemî bajariyên Kerkûkê şad kirin.
Kerkûka ku mehên havînê pleya germiyê lê dibe 50, tevî ku berf erd kêm gir jî zarok derketin kolan û parkan û bi berfê lîstin.

Gelek zarokan anîn ziman ku cara yekê ye ku berfê dibînin.
Rayedarên meteorolojiyê diyarkirin ku herî dawî sala 2007an li Kerkûkê berf bariyabû.