20 Tebax 2017•Rojanekirin: 21 Tebax 2017
LONDRA
Civata misilmanan a li Îngiltereyê eleqeyeke mezin nîşanî "Mihrîcana Xidaya Helal"ê da.
Mihrîcan li paytext Londrayê herêma Tower Hamletsê ku herî zêde misilman lê dijîn, li qada pêşangehê ya Tabacco Dockê hat lidarxistin. Ji çanda mitbaxa Karayîpê heta çanda mitbaxa Îtalyayê şêraniyên helal hatin pêşandin û beşdarvanan şêraniyên helal tehm kirin.
Di mihrîcanê da ji sûşiyê bigre heta xidayên cemidandî, ji araq û şeraba bêalkol bigre heta şekilmeyê xwarin û pêxwarinên helal; ji sektorên fînans, tekstîl, tûrîzm, tenduristî û şahiyê jî fîrma beşdarî mihrîcanê bûn.
Ji sedî zêdetir fîrma beşdarî mihrîcanê bûn.
Mebesta mihrîcanê ew e ku li Îngiltereyê cureyên xidaya helal zêde bibe, kesên ku cil û bergên muhafazakar li xwe dikin û modeyê dişopînin, marqeyên din nas bikin, sektorên fînans û tûrîzmê daxwazên mişteriyên misilman pêk bînin û hilberînerên ku ji bo misilmanan alav, amûr, kinc û tiştên her wekî din çêdikin, bi kiryaran ra werin bal hev.
Mihrîcan sibê bi dawî dibe.