Önder Beyter
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
KIRKLARELÎ
Masîşûrê ku li Behra Marmarayê hat girtin, li Luleburgaza navçeya Kirklareliyê li ser dezgeyê masîfiroşekî tê nimayîşkirin.
Masîşûrê ku qedera 2,5 mêtro dirêj û 100 kîlogram giran e, bala welatiyan dikişîne.
Masîfiroş Samî Kuçuk di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da destnîşan kir ku ev cara ewil e masiyekî evçend mezin li ser dezgeyê xwe dide nimayîşkirin.
Kuçuk diyar kir ku ewê kîloya masî bi 70 lireyî bifiroşe û wiha got, "Ev masîşûr qedera 2,5 mêtro dirêj û 100 kîlogram giran e. Masiyekî wihareng zû zû nayê dîtin. Ji bo ku em pêşkêşî welatiyên xwe bikin, me ev masî kirî û li ser dezgeyê xwe nimayîş kir. Welatî pêşiyê şaş û metel dimînin, paşê ji nêzîk va lê mêze dikin. Eleqeyeke mezin heye, em spasiya hemûyan dikin."
Welatî Yusuf Sandikçi jî got ku ev cara ewil e ku ew ji nêzîk va masîşûrekî dibîne û destê xwe didê.