Türkan Tosun
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 14 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê da 7 pile li Qersê hat pîvan.
Li gor agahiya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li giştiyê herêmê hewa wê pir ewrayî be û car caran jî berf û baranê bibare. Li der û dora Erziromê baranê bibare, lê li cihên din berf û baranê bi hev ra bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê di navbera 2 û 4 pileyan de zêde be û ba jî wê ji hêla başûr û rojavayê başûr va nerm, car caran qewî rabe.
Li herêmê germahiya herî kêm a bi şev li Tunceliyê 4 pile, li Erzinganê 3 pile, li Îdirê 2 pile, di bin sifirê da li Qersê 7 pile, li Erdexanê û Agiriyê 3 pile, li Erziromê jî 2 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê ya herî zêde jî tê texmînkirin ku li Îdirê 14 pile, li Tunceliyê 13 pile, li Erzinganê 7 pile, li Erzirom, Agirî û Qersê 3 pile, li Erdexanê jî 2 pile be.
Li navendên xweşiqitandinê qalindiya berfê li Palandokenê 54 santêm, li Cibiltepeyê 54 santêm, li Arganê jî 82 santêm hat pîvan.
Rayedaran ji bo qeşa, şepe, mij û dûmanê hişyarî da welatiyan ku baldar bin.