Ayhan İşcen
29 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2023
Li Darendeya navçeya Meletiyê minîbusa ku pale tê da bûn li wesayîtekê qelibî û 9 kes birîndar bûn.
Minîbusa bi plakeya 31 ACT 096 a ku Abît A. (49) diajot li xaçerêya Gurpinarê ya ser rêbeja Meletî-Qeyseriyê li wesayîta bi plakeya 49 DD 241î ku Hatem B. diajot, xist.
Li ser hewarê polês û ekîbên tenduristî û agirkujiyê çûn ciyê bûyerê.
Di encama qezayê da şofêrên herdu wesayîtan jî di nav da 9 kes birîndar bûn û piştî midaxeleyên ewil ew sewqî nexweşxaneya navçeyê hatin kirin.
Li gor agahiyên hatin hildan rewşa birîndaran baş e.