Halil İbrahim Sincar,Beşir Şavur
27 Mijdar 2025•Rojanekirin: 29 Mijdar 2025
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê di şerê navbera du koman ya dar û ço hatin bikaranîn da jê yek giran, 3 kes birîndar bûn.
Di navbera du zêrkerên li Meydana Cumhuriyetê ya li Taxa Yenîmahalleyê, ji ber sedemeke hê ne diyar e niqaş derket.
Paşê eqrebayên wan jî tevlê bûn û wan bi dar û çoyan êrîşî hev kir û şer derket.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê û polês çûn cihê bûyerê.
Polêsan gule berdan hewayê da ku ew ji hev veqetin.
Şîrîn D. (35), Diyar A. (25) û Abdurrahman A. (51) di şer da birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin rewşa Şîrîn D. yê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qiziltepeyê giran e.