Cüneyt Çelik
28 Mijdar 2025•Rojanekirin: 29 Mijdar 2025
Hewaya sar bandoreke neyînî li ser jiyana li Qersê kir.
Li bajêr germahî bi şev daket 10 pileyan di bin sifirê da û nebat, dar û camên wesayîtan bi qeşayê hatin nixumandin.
Hin firoşkarên ku li Kolana Selahattîn Filtekîn dezgehên xwe vedikin jî ji ber hewaya sar bandoreke neyînî li ser wan çêbû. Ew ber û eşyayên xwe bi betaniyan dinixumînin da ku wan ji sermayê biparêzin.
Halîm Tanê firoşkarê bazarê diyar kir ku ew ji ber sermayê zehmetiyan dikişînin û got, "Li Qersê zivistan hatiye. Hê berf nebariye, lê hewaya hişk û sar pir dijwar e. Firotan hinekî kêm e, em tenê hewl didin debara xwe bikin."
Hewaya sar û sermayê bandor li navçeya Sariqamîşê jî kir, camên otomobîlan û nebatan bi qeşayê nixumîn. Golên piçûk yên li Çemê Keklikê cemidîn.
Hin welatiyan heywanên xwe li herêma qeşagirtî çêrand.