İbrahim Yaldız,Ulaş Güven,Sayim Harmancı
16 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2022
Li navenda Mûşê, navçeyên wê yên Haskoy û Korkutê, navenda Hekarî û navçeya wê ya Yuksekovayê mij çêbû û tengasî da kişandin.
Li navenda bajarê Mûşê navçeyên wê serê sibê mij çêbû û mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyî ket.
Wesayîtên ku ji rêya Mûş û Bidlîsê ra çûn û hatin, ji ber mijê tengasî kişandin.

Ahmet Karabulutê ku di petrolê da dixebite, diyar kir ku li bajêr ji ber mijê şofêran tengasî kişand.
- Hekarî
Li navenda bajêr û navçeya Yuksekovayê mij serê sibehê zêde bû.
Li Yuksekovayê ji ber mijê mesafeya dîtinê heta 20 mêtreyan kêm bû, şofêr hêdî hêdî çûn û hatin.
Polês û cendirmeyan hişyarî da şofêran ku mesafeya teqîbê biparêzin û bi lez neçin.
Ji ber serma û mijê dar û nebatan qiravî girt, camên wesayîtan qeşa kişand.