Sabri Yıldırım
21 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2025
Li Mûşê bi hatina sir û sermayê ra li qehweyan sobe hatin danîn.
Yilmaz Alakê ku li bajêr qedera 30 salan e qehweyê dide şixulandin, diyar kir ku li bajêr van rojên dawîn êdî serma hatiye.
Alak bal kişand ku êvaran û her wiha ber destê sibehê sir û seqem zêdetir dibe û wiha dewam kir, "Li daxwaza mişteriyan me bi neçarî sobe zûtir danîn. Em salewextê 6 ton komir û êzing distînin. Em sobeyên xwe bi rêkûpêkî heya meha gulanê dadidin. Însanên ku ji ber xaza siruştî bîra sobeyê kirine, tên li dora sobeyê dibin xeleq û xwe berdidin nav kûrahiya sohbetê. Em jî car caran li ser sobeyê çay û qehweyê çêdikin."
Erkan Gulesmerê ji mişteriyan jî diyar kir ku qedera 20 salan ew di mala bi sobe da jiya û niha jî ew xaza siruştî diemilînin û wiha dewam kir:
"Ji ber vê çendê mihebet û her wiha tam û xweşiya berê nemaye. Dema em dibînin ku li qehweyê sobe dişixule, em hema yekser xwe berdidin hundir û li dorê dibin xeleq. Me bihîst ku li vir sobe hatiye danîn û em jî rabûn hatin ku xwe germ bikin û çayê vexwin."