Fırat Taşdemir
21 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2025
Li Wanê îro ji danê êvarê pê va barana gur tê payîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, barana ku wê li dora Wanê bibare, wê ji danê êvarê pê va zêde bibe û dem demî gur bibare.
Hişyarî hat dayîn ku welatî li hemberî lehî, hezaz û astengiya di hatin û çûyînê da bi baldar û tevdîr bin.