Fatih Gazioğlu
02 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2019
Li Mûşê kampanyaya kirîna silqan ya heyema 38emîn dest pê kir.
Ji bo kampanyayê li Fabrîqeya Şekir ya Mûşê merasîm hat lidarxistin.
Di merasimê da Midûrê Giştî yê Fabrîqeya Şekir yê Mûşê Hakîm Gundogdu axivî û got ku ew ê îsal ji hezar û 516 cotkaran 230 ton silqê bipeyman bikirin û wiha axivî:
"Bi xêra kampanyayê em ê 300 milyon lire alîkariyê bidin aboriya bajêr. Em ê ji hezar û 516 cotkaran 230 ton silqê bipeyman bikirin. Em ê ji van silqan 200 hezar tonî bişînin fabrîqeyê. Ji vê jî 29 ton wê bibe şekir, 80 ton wê bibe kesp, 8 hezar ton jî wê bine melas. Îsal wê bibe saleke bibereket înşellah. Me ji bo ku ji cotkaranra xizmeteke baştir bike bi bihayê 35 milyon lireyî veberhênan li fabrîqeya xwe kir."
Piştî axaftinan hin diyarî li cotkaran belav kirin.