TBMM
Di Lijneya Giştî ya TBMMyê de di beşa 4emîn a "Pêşniyaza Qanûna Torbeyê" de pêşnûmaya der barê verastkirina weşan û naverokên ku li ser înternetê tên belavkirin hat qebûlkirin.
Ji îro pê de kesên ku îdia dikin, bi weşan û naverokên ku li ser înternetê tên belavkirin û mehremiyeta wan tê binpêkirin dê bikaribin serî li Serokatiya Ragihandina Telekomînîkasyonê (TÎB) bidin. Li gor daxwaz û lêkolînê TÎB dê ew tiştên ku li ser înternetê hatine belavkirin dê ji ser înternetê bide rakirin.