WASHINGTON
Serokê Giştî yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş li Dewletên Yekîtiya Amerîkayê beşdarî konferansa "Li Rojhilata Navîn a Nû Rola Kurdan" bû.
Demîrtaş li vê derê diyar kir ku niha rewşa pêvajoya çareseriyê dişibe tiştekî ku ber bi hevraz derdikeve û wiha dewam kir: "Dema ku pêvajoyê dest pê kir ber bi jêr bi lez dihat xwarê. Di mehên havînê de li rastê meşiya û niha jî ber bi hevraz hildikêşe. Ji ber vê jî pêşveçûn hêdî dimeşe û bi zehmet e. Niha hikûmet çend gavan biavêje mînak dest bi guftûgoyên ku bihêle birêz Ocalan bi dervere bikeve têkiliyê, wê demê dê pêvajo bi awayekî leztir bimeşe. Pişt re jî pêvajoya çareseriyê wê wiha baş û bi lez bimeşe."
Pêvajoya Çareseriyê nêzî salek berê dest pê kir û Demîrtaş jî di konferansê de qala tiştên ku di navbera vê demê de qewimîne kir û got:" Lazim e ku pêvajoya çareseriyê bi hev du re bê helkirin û her kes piraniyê qebûl bike. Hikûmeta AK Partiyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi kurdan re axaftinê wek qencî dibîne. Di pêşniyariyên ku kurd ji bo çareseriyê pêşkeş dikin de bi tu awayekî Tirkiyeyê nake nav tengasiyê. Em hemû kurdên ku li Rojhilata Navîn li hemberî tu kesî dijmintiyê nakin û naxwazin ji bo tu pirsgirêkê çek bên bikaranîn. Em dixwazin her tişt bi aştiyê hel bibe û em jî bigihêjin azadiya xwe. Em kurdên hemwelatiyê Tirkiyeyê û yên li Rojhilata navîn naxwazin sînorên nû bên xêzkirin. Lê em dixwazin di nav sînorên îro de bibin xwediyê statuya xwe, em ji bo vê siyasetê dikin. "
Demîrtaş diyar kir ku ji bo pêvajoyên çareseriyê sebir lazim e û ew dem ji şer dijwartir in û wiha dewam kir: "Bi rastî nayê zanîn ku ev pêvajo hetanî çi demê dê bimeşe lê tiştê girîng ew e ku her du alî jî di vê mijarê de bi biryar bin. Em dixwazin guftûgoyên ku nêzî salekê ne dimeşin êdî bi projeyan dewam bikin. Bila êdî her du alî projeyên xwe derxin û li hev rûnên. Ji bo şopandin û çavdêriyê divê komeke din jî hebe di vê civînê de. Em dibînin ku li Tirkiyeyê hikûmet vê yekê qebûl nake û ji guftûgoyeke biwesf direve. Lazim e ku hikûmet him li hundirê welêt û him jî li derveyê welêt deriyên xwe ji gelek aliyan re vebike."
"Amborgo danîne li ser Kurdistana Rojava"
Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser rûdanên ku li bakurê Sûriyeyê diqewimin û wiha pê de çû: "Komên cîhadîst ên ku îro li rojavayê Sûriyeyê gel qir dikin û êrîşên terorî dikin. Ev êrîşên wan bi tu awayekî nayê îzahkirin. Helbet em têkoşîna ku hêzên muxalif li dijî rejîma Esed dikin watedar dibînin. Lê divê mirov tiştên ku komên radîkal dikin ji yên muxalifan biqetîne."
Demîrtaş polîtîkayên Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu jî rexne kir û got: "Birêz Davutoglu deriyên sînor ji bo bazirganî û alîkariya mirovahiyê bi şertekî ve girêdide û dibêje: 'PYD heke li dijî Esed nesekine û di nav muxalefeta Sûriyeyê de cih negire em van tiştan nakin.' Gelo doxtorên ku zarokan li wê derê bê morfîn emeliyat dikin û ma ew zarokê li bendê bin ku daxwaza Davutoglu bê cih."
Alîkarê Serokê Giştî Nazmî Gur jî di beşeke din a konferansê de axivî. Gur tevgerên AK Partiyê yên li hemberê pêvajoya çareseriyê ku di demên dawî de pêk hatine rexne kir û wiha got: "Sala çûyî PKKê tiştê ku kete li ser milê wê pêk anî. Pakêta Demokratîkbûnê jî ne li gor hêvî û bendewariyên me bû."